Skip to main content
Donate Now

Sûriye: Di Eskalasiyona li Bakurê Rojhilat de Parastina Sivîlan Kêm e

Rêz li Mafan Bigrin, Destûrê bidin Gihandina Alîkariyê, Binpêkirinên Îdîakirî Lêkolîn Bikin

Hêzên ewlehiyê yên Sûriyê di 21ê Çileya 2026an de, piştî vekişîna hêzên Kurdî roja berê, kampa el-Hol li biyabana parêzgeha Hesekê, Sûriyê, kontrol dikin.  © 2026 Rami Alsayed/NurPhoto bi rêya AP Photo

(Beyrût) – Rêxistina Human Rights Watch (HRW) îro got ku divê herdu aliyên pevçûnên di navbera hêzên hikûmeta Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ên bi pêşengiya Kurdan de li bakurê rojhilatê Sûriyê, di operasyonên xwe de sivîlan biparêzin û rêz li mafên mirovan bigrin.

Nabe ku ew alî bi rengekî neyasaî rê lê pêş gihandina alîkariyan bigrin an jî binesaziya sereke wêran bikin an jî rê li ber gihiştina wê bigrin. Divê ew piştgiriya tam bidin koçberan, di nav de gumanbarên Dewleta Îslamî (DAIŞ) û endamên malbatên wê yên ku bi rengekî neyasayî di kampan de hatine girtin, û piştrast bikin ku her kesê di bin destê wan de, bi rengekî neyasayî neyê binçavkirin û ne jî rastî danûstaneke xerab were.

Adam Coogle, Cîgirê Rêveberê Rojhilata Navîn li Human Rights Watch got: “Di nav vê propagandeya dualî de, ya di navbera HSD û hêzên hikûmeta Sûriyê de, bê ka gelo kî binpêkirinan dike, sivîl berdêla herî mezin didin.” Got jî: “Nabe ku desteserkirin an jî destgirtina axê bi rengekî leşkerî, li ser hisabê binpêkirina mafên niştecihan be.”

Human Rights Watch hevpeyvîn bi heşt kesan re kir û vîdyoyên ku li ser înternetê hatine belavkirin û raporên ji komên din ên li ser rewşa sivîlan, nirxand.

Di 6ê Çileya 2026an de, li du taxên ku piraniya wan Kurd in li Helebê, di navbera hêzên hikûmeta veguhêz a Sûriyê û HSDê de şer derket. Di 17ê Çileyê de rûbera pevçûnên leşkerî berfirehtir bû, û rayedarên veguhêz ên Sûriyê kontrola parêzgehên Reqa û Dêrezorê bi dest xistin û ber bi deverên parêzgeha Hesekê ve çûn. Di 18ê Çileyê de, rayedarên veguhêz û HSDê ji bo agirbestê gihiştin peymanekê.

Peymanê herwiha kontrola tevahiya sînorên navdewleî û kêlgehên petrol û gazê da rayedarên veguhêz û, ligel tevlîbûna endamên HSDê di nav hêzên ewlehiyê yên Sûriyê de. Lê belê, çavdêran gotin ku agirbest gelek caran hatiye şikandin, û danûstandinên li ser bendên peymanê berdewam dikin. Di 20ê Çileyê de, her du aliyan rêzgirtina xwe ji agirbesta çar rojî re ragihandin.

Herdu aliyan, berê jî, di çarçoveyên wekhev de, binpêkirinên mafên mirovan ên giran kirine, di nav de kuştinên li derveyî desthilata dadweriyêleşkerkirina zarokan û bêrêzîkirina mal û milkan. Human Rights Watch got ku xuya ye ku herdu aliyan di girijiyên niha de jî binpêkirinên berovajî yasaya navdewletî kirine.

Divê alî hemû pêngavên li ber dest bicih bînin da ku di dema operasyonên leşkerî de parastina sivîlan û tiştên sivîl misoger bikin. Yasayên şer êrîşên bêserûber bi tundî qedexe dikin. Divê êrîş jî hevseng bin, wate divê rêjeya pêşbînkirî ya qurbaniyên sivîl tevî ziyanên ku dê bighêjin avahiyên sivîl, li gorî armanca leşkerî yê konkret û hêvîkirî, ne zêde bin.

Divê alî piştrast bikin ku destûr tê dayîn bo sivîlan da birevin, û ewlehiya wan dema ku nexwazin birevin piştrast bikin û gihiştina alîkariyan jî bo wan misoger bikin.

Hikûmeta Sûriyê li Helebê korîdorên bi navê "mirovahî" çêkirin da ku sivîl birevin. Lê belê, du niştecihan ji Human Rights Watch re got ku rê ji hêla nîşangirên herdu aliyan ve hatine êrîşkirin û topbarankirin. Niştecihekî got ku Asayîş (polîsên navxweyî yên Kurd) û HSD ji ber dubarebûna şer nehiştin ku xelk korîdora mirovahî bikar bînin.

Human Rights Watch tekez kir ku çêkirina korîdorên mirovahî aliyan ji erka wan a parastina sivîlan û gihîştina alîkariyê bo wan ên ku li wir dimînin, azad nake.

Li gorî Rêxistina Navdewletî ya Koçberiyê, heta 18ê Çileyê, 6,000 kes gihîştine sitargehên koçberiyê li Heleb û parêzgeha Hesekê, di heman demê de nêzîkî 7,000 kes di rê de bûn. Du niştecihên ji Kobaniyê, bajarekî ku piraniya wî Kurd in û li parêzgeha Helebê ye ku wekî Eyn el-Ereb jî tê naskirin, gotin ku gelek ji wan kesên ku koçber bûne bêcih û xwarina pêwîst mane. Neteweyên Yekbûyî got ku ew kesên ku koçber bûne "rastî kêmbûna zêde ya xwarinê ... û sotemeniya pêwîst ji bo germkirinê hatine, ev yek jî pêwîstiya mezin a alîkariyan ji bo parastina jiyanê, tekez dike."

Human Rights Watch raporên pêbawer wergirtine ku mirovên li Heleb û Hesekê di dema pevçûnan de çend rojan bê elektrîk û av mabûn. Niştecihekî Kobanî di 21ê Çile de got ku ji dema ku rayedarên veguhêz Bendava Tişrînê kontrol kirine, ev çar roj in ku ew bê elektrîk û av in. Niştecihekî din ê Helebê got ku dema pevçûn çêbûn, elektrîk qut bû. Human Rights Watch got ku bikaranîna av û elektrîkê wek çek bi awayên ku bandorek nehevseng li ser sivîlan dikin, wek tawanek şer tê hejmartin.

Vîdyoyên ku tê gotin hêzên ewlehiyê yên Sûriyê tê de bi dehan niştecihên Kurd li Helebê digirin, di 10ê Çile de li ser înternetê belav bûn. Her çend HSD dibêje ku ev sivîl in, lê rayedarên veguhêz ên Sûriyê dibêjin ku ew şervan in. Li gorî Sûriyên ji bo Rastî û Dadmendiyê û Yekîtiya Parêzerên Kurd, têkiliya bi dehan kes bi xizmên wan re qutbûye û cihê wan hîn nediyar e.

Human Rights Watch nekariye rewş an jî têkiliya kesên ku hatine girtin piştrast bike. Li gorî yasaya navdewletî, divê danûstana bi kesên girtî re bi rengekî mirovî were kirin, û divê hevdemê bidawîhatina pevçûnan hemû serbest werin berdan. Li ser aliyan qedexe ye ku bi awayekî neyasayî sivîlan bigirin û divê hemû sivîlên bi rengekî neyasayî hatine binçavkirin bê şert û merc û demlidest werin berdan, û destûrê vegerê bidin wan. Mafê hemûyan heye ku bi malbatên xwe re di têkiliyê de bin.

Herdu alî hev bi encamdana kuştinên li derveyî destilata dadweriyê gunehbar dikin. Human Rights Watch sê vîdyo nirxandin ku darverkirinên li derveyî desthilata dadweriyê û bêrûmetkirina terman nîşan didin. Di yek ji wan vîdyoyan de, ku di 18ê Çile de li ser înternetê hatiye weşandin, xuya dibe ku rayedarên veguhêz dikevin zindana El-Tebqa ya li parêzgeha Reqayê, dema ku du laşên xwînî yên mêran bi cilên sivîl, yek ji wan pêxwas e, li erdê dirêjkirî ne.

Rayedarên Sûriyê dibêjin ku HSD berî vekişînê girtî kuştine. HSD jî berpirsiyariya xwe ji vê yekê red kir, û got ku wan çend roj berê girtî veguheztine. Human Rights Watch nekarî vê rewşê piştrast bike.

Di vîdyoyek din de, ku di 10ê Çile de li ser înternetê hatiye weşandin, çekdarên ku tê gotin girêdayî rayedarên veguhêz in, termek, ku tê gotin ê şervaneke jin e, ji avahiyeke li Helebê diavêjin û zilamê ku dîmen kişandiye dibêje: "Ellah Akber." Ne diyar e ka ew dema ku ji avahiyê hatiye avêtin sax bû yan na. Bêrûmetkirina terman wek binpêkirina yasayên şer tê hejmartin.

Human Rights Watch rastiya van vîdyoyan piştrast nekiriye. Lê belê, dîmen metirsiyên cidî û pêwîstiya vekolînê derdixe holê.

Herwiha hevpaymaniya li dijî DAIŞê ya bi serkêşiya Amerîkayê çend êrîşen berfereh li bakurê rojhilatê Sûriyê pêkanîn. Heta 19ê Çile, bêhtir ji 28,000 kesî, ku tê gotin ew xizmên endamên DAIŞê ne, bi awayekî neyasayî di şert û mercên ku jiyanê wan dixe metirsiyê de, li kampên El-Hol û Roj li bakurê rojhilatê Sûriyê girtî mane. Nêzîkî 12,500 ji wan biyanî ne ji zêdetirî 60 welatan. Nêzîkî 8,500 kesî di navendên binçavkirinê yên li seranserê bakurê rojhilatê Sûriyê de ne.

Di 20ê Çile de, Wezareta Bergiriya Sûriyê piştî vekişîna HSDê, kamp xistin bin kontrola xwe. Rayedarên Sûriyê ragihandin ku herî kêm 120 girtî, di nav de çend jin bi zarokên xwe re, reviyan. Di 21ê Çile de, Wezareta Berigiriyê got ku wê kontrola kampa el-Hol û girtîgehên din xistiyê bin destê xwe, û derbasbûna her kesî qedexe kir. Kampa Roj jî hîn di bin kontrola HSDê de ye.

Jinên di nav van kampan de ji Human Rights Watch re behsa serdegirtinên li ser kampan, tundûtûjî û talankirinê kirin. Wan got ku gihandina alîkariyê bo El-Hol bi rojan e hatiye ragirtin, ev yek jî bûye sedema kêmbûna av û xwarinê. Xebatkarên alîkariyê gotin ku komên wan ji ber nearamiyê neçar bûn xwe vekişînin.

Divê aliyên ku kamp û navendên girtinê kontrol dikin, derbaskirina alîkariyan misoger bikin û danûstana nebaş ligel niştecîhên kampê nekin. Divê hemû kesên ku bi awayekî neyasayî hatine girtin serbest werin berdan, û rayedar berpirsiyarê misogerkirina ewlehiya wan bin heta ku ew bigihêjin cihekî ewle.

Di 21ê Çile de, Amerîka operasyonek ji bo veguhestina heta 7,000 girtiyên DAIŞê bo Iraqê ragihand, û got ku wan berê 150 girtiyên DAIŞê, tevî welatiyên welatên sêyemîn, veguhestine. Di daxuyaniyê de behsa endamên malbatê girtiyan ên li kampên El-Hol û Roj nehatiye kirin.

Girtiyên ku bo Iraqê hatine veguhestin rûbirûyî metirsiya windabûna bi zorê, îşkence û danûstana nebaş bûne. Divê welatên ku welatiyên wan di girtîgeh û kampên gumanbarên DAIŞê û endamên malbatê de ne, bi lez alîkariya pêşkêşî wan welatiyê xwe bikin yên ku dixwazin vegerin mala xwe yan jî dixwazin xwe bighînin welatên ku ew tê de rastî mestiriya danûstana nemirovane nayên.

Your tax deductible gift can help stop human rights violations and save lives around the world.

Region / Country